TAÎZ
Li gor çavkaniyên herêmî, Hûsiyan li bajarê Taîzê bi çekên giran êrîşî herêmên ku sivîl lê dijîn kir. Di êrîşan de 4 sivîl mirin, 22 sivîl jî birîndar bûn. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku balafirên Koalisyonê ya ku pêşengê wan Erebîstana Sûdî ye, bombe barandin ser cihên tevgera Hûsî Ensarûllah yên li bajarê Adenê. Balafiran bombe barand dora Balafirgeha Adenê ya Navneteweyî û Herêma El Mûalla ya ku Hûsî lê ne. Der barê hêjmara mirî û birîndaran de tu agahî nehat dayîn.