Hat ragihandin ku hêzên koalisyonê yên ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike, serê sibehê êrîşên hewayî birin ser hedefên hûsiyan ên li Hûdeydeya bajarê Yemenê.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan, li Bajîla navçeya Hûdeydeyê balafirên hêzê koalîsyonê, zêdetirî 10an êrîşên hewayî birin ser 10emîn Tûgaya di kontrola hûsiyan de, kampa leşkerî ya Careşê û keleha Cebel eş-Şerîfa ku hûsiyan ew wek baregeh bikardianiya.
Ji aliyê din ve çavkaniyên herêmî ragihand ku, Hûsî û hêzên çekdar ên piştgirê Elî Evdila Salih, bi fuzeyan êrîşê hin taxên ser bajarê Taîzê kirin û di êrîşê de gelek sivîl mirin. Derbarê hejmara mirî û birîndaran de heta niha agahî nehatin belavkiirn.
Agirbesta ji bo 5 rojan a hêzên koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike îlan kiribû di 17ê gulanê de bi dawî bibû.
Koalîsyona ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ji bo li Yêmenê pêşiya Hûsiyan bigre, di 26ê adarê de êrîşa bi navê "Bahoza Biryardariyê" dabû destpêkirin. Li Yêmenê ser bangewaziya hikûmeta Hadî, hatibû diyarkirin ku operasyona ku dabûn destpêkirin di 21ê nîsanê de bi dawî bû û êdî ji bo gelê Yêmenê operasyona "Vegerîna Hêviyê" dest pê kiriye.