Önder Beyter
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Beşar Esed ên dijî şêniyên Îdliba li rojavayê bakurê welêt da sivîlek hat kuştin.
Rejima Esed serê sibehê êrîşa bejayî birin ser navçeya Kefrenbîlê û gundên Kefer Secne, Xas, Kirisa, Termela û Marrithirmeyê ku dikevin başûrê Îdlibê.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (kumspî) hat wergirtin, di êrîşa topxaneyên rejimê da li gundê Xasê sivîlek hat kuştin.
Kesên ku di êrîşê da birîndar bûn bi destê ekîbên Parastina Sivîlan ji bo dermankirinê ji bo navendên tenduristiyê hatin veguhestin.
Ji rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da 17ê Îlona 2018an da hat îmzekirin û vir va li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.