Haydar Şahin
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Berhem Salihê Serokomarê Iraqê diyar kir ku li herêmê rewş ne xweş e û naxwazin şer derkeve.
Salih li Bexdayê di çalakiyekê da axivî û got, "Dibê Iraqê ji qada pevçûnê vegere qada berjewendiyan. Rewşa li herêmê baş nîne. Em wekî Iraqê naxwazin li tu herêmê şer derkeve."
Salih bal kişand ser mixalefeta siyasî ya Emar el-Hekîmê Serokê Rêbaza Hikmeta Neteweyî ava kir û diyar kir ku ev mixalefet ew ê rê nîşanî hikûmetê û xebatên siyasî yên din ji ber vê girîng e.
Hekîm jî di çalakiyê da axivî û got, "Ji bo ku li Iraqê pêşketina demokratîk çêbibe dibê mixalefeta siyasî ya neteweyî derkeve holê."