Yakoota Al Ahmad,Mehmet Nuri Uçar
27 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2024
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî başûrê Libnanê da 45 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê NNAyê, balafirên şer ên Îsraîlê nîvê şevê du êrîşên asîmanî birin ser bajaroka Cedîde Mercaûyûnê ya navçeya Mercaûyûnê ya girêdayî parêzgeha Nebatiyeyê.
Di êrîşê da 6 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar bû.
Her wisa artêşa Îsraîlê êrîşek jî bir ser bajaroka Kakiye el-Cisrê ya Nebatiyeyê jî û di encamê da kesek hat kuştin.
Balafirên şer ên Îsraîlê dîsa êrîşek birin ser Burc eş-Şîmaliyê ya nêzîkî bajarê Sûrê yê li başûrê welêt û di vê êrîşê da jî 2 kes hatin kuştin, kesek birîndar bû.
Di êrîşa asîmanî ya dijî Bafliyeya navçeya Sûrê da jî 3 kes hatin kuştin.