Silêman Mihemed el-Melê 117 salî yê ji Libnanê destnîşan kir ku ji ber ku ji heyat û însanan hez dike û li xwarin û vexwarina xwe dîqet dike, li ser xwe maye.
13 zarokên Silêmen hene û zarokê herî mezin 86 salî, yê herî biçûk jî 5 salî ye. Ji jina wî ya ewil ku wefat kir 8 zarokên wî hene, ji jina wî ya din jî 5 zarokê wî hene.
Silêman diyar kir ku li herêma Hakar Cenînê di nav şert û mercên dijwar da heyata xwe dewam dike û wiha got: "Li welêt eleqeyê nadin min. Li welatekî din bûma wê eleqeyeke mezin nîşan bidana."
Silêman destnîşan kir ku xwendin û nivîsandina wî tuneye û got ji malbata Muraibê têm.
Silêman diyar kir ku tenduristiya wî baş e û got ji ber ku ji heyat û însanan hez dikim û li xwarin û vexwarina xwe dîqet dikim, li ser xwe dimînim û wiha dewam kir: "Ez her xwarinê naxwim. Tiştên ku nizanibim naxwim."