QAHÎRE
Berdevkê Rêxistina Birayên Misliman (Îxwan) Muhemed el-Bîltacî got: ''Wezîrê Parastinê da zanîn, Abdulfettah es-Sîsî nikare xwepêşandanan bi hêzên xwe belav bike, ji ber vê yekê gav bi gav ewê qetlîama bike.''
Bîltacî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Sîsî nikare xwepêşandÊran bi hêzên xwe belav bike, heke bi hêzên xwe mudaxale bike, xwepêşan dê welêt gişkî bide ber xwe. Bîltacî got: ''Dibe ku Sîsî xwepêşanderan tewş bide zanîn û gav bi gav qetlîama bike. Ji bilî vana dibe ku xwepêşadêran asteng bike û nehêle hewcehiyên xwe bi cih bînin.''
Bîltacî bal kişand ser hevdîtina Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Catherine Ashton û Serokomar Muhemed Mursî û got: ''Ashton, da zanîn ku hevdîtina wan bi awayekî erênî pêk hatiye û li Mursî baş miqate dibin. Lê zêde hûrgilî nedan. Mursî demokrasiyê dixwaze û di vê hêlê de li ber xwe dide, daxwaza wî ew e ku qetlîam bi dawî bibin.''
Bîltacî got: ''Heke serlêdana Ashton însanî bûya dê ji peywirdaran re bigota destûrê bidin da ku Mûrsî û malbata wî hevdu bibînin.''
Ashtonê, li cihekî nediyar bi Mursî re du saet hevdîtin kiribû.