MOSKOVA
Li paytexta Rusyayê Moskovayê konê Remezanê hate vekirin. Kon li parka navendî ya Moskovê ya bi navê Serkeftinê hate vedan. Serokê Konseya Miftiyên Rusyayê Gaynutdin, endamên konseyê, nûnerên Şaredariya Moskovayê, zanist, misyonên biyanî, nûnerên olan û gelek mensûbên çapemeniyê tevî merasima vekirina konê Remezanê bûn.