İbrahim Atmaca
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
WASHINGTON
Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li welatê xwe hilbijartin qezenc kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê Putîn pîroz kir. Hat îdiakirin ku şêwirmendên asayîşa neteweyî yên Trump her çend hişyarî danê jî Trump dîsa bi ya xwe kiriye û serokê Rûsyayê "pîroz kiriye".
Li gor îdiaya rojnameya Amerîkan Washington Postê der heqê axaftina Trump û Putîn da Trump guh nedaye hişyariyên şêwirmendên Qesra Spî.
Li gor îdiayê Trump ji bo ku Putîn "pîroz neke" şêwirmendên asayîşa neteweyî hişyarî dayê, lê Trump di axaftina xwe ya bi têlefonê da Putîn "ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê" pîroz kir.
- Ajanê Ûris ê ku hat jehrîkirin nehat rojevê
Di heman nûçeyê da hat îdiakirin ku şêwirmendan di notên axaftina Trump da mijara "Ajanê Ûris ê berê ku li Îngiltereyê hat jehrîkirin" hatiye nivîsandin, lê Trump ev mijar neaniye rojevê.
- Senator McCain bertek nîşanî Trump da
Ji kesên navdar ên Senatoya Amerîkayê û namzedê serok ê berê Komarparêz John McCain daxuyaniyeke nivîskî da û çima Trump Putîn pîroz kir, Trump rexne kir.
McCain îdia kir ku bi têlefona ku Trump ji Putîn ra vekir va merivên ku di hilbijartinê da "mexdûr" bûn hatin piçûkxistin û wiha dewam kir: "Serokekî Amerîkayê, dîktator dema ku hilbijartinên sexte qezenc bikin û Serokekî Amerîkayê jî rabe wî pîroz bike, ew serok nikare pêşengiya dinyaya azad bike."
Ji aliyekî din va Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders di brîfînga çapemeniyê ya rojane da gotibû ku di axaftina Trump-Putîn da mijara Sergey Skripalê ajanê Ûris ku li Îngiltereyê hat jehrîkirin, nehat rojevê.