21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
EFRÎN
Li Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan paqij kir di xebatên kontrol û lêgerînê da goristana terorîstan hat tespîtkirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê bi armanca berterefkirina mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û xilaskirina gelê herêmê ya ji zilm û zordariya rêxistinên terorê, di 20ê çileya paşîn da dabûn destpêkirin bi rizgarkirina navenda navçeya Efrînê va dewam dike.
Tirkiye di çarçoveya mafên hiqûqa navneteweyî da li gor biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dest bi operasyonê kir û di têkoşîna li dijî terorê da li gor peymana Neteweyên Yekbûyî hewl dide û girîngiyê dide yekpareyiya xaka Sûriyeyê.
Li ser xilaskirina Efrînê hêzên ewlehiyê li derdor û navenda navçeyê xebatên kontrol û lêgerînê didomînin û dîsa di wextê xebateke wiha da goristaneke terorîstan hat tespîtkirin.
Welatiyên li herêmê diyar kirin ku gorên hatine vekirin nû ne û qismek terorîstên di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hatibûn berterefkirin jî li vê derê hatine veşartin.