ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK partiyê Huseyîn Çelîk, der bare derbeya leşkerî a li Misrê de ji nûçegîhanê AAyê re axivî. Çelîk, diyar kir ku ji îqtidara hilbijartî re pêşî muxtira hate dayîn û piştre derbe hat kirin. Çelîk got: "Ji derveyî Misrê ji derbeyê re piştgirî tên dayin. Hin welatên Ewropî nepejirandin ku 'Birayên Misilman' bibin îqtidar. Pêşî gelê Misrê kişandin meydanan, piştre muxtira dan, niha jî derbe kirin.
Çelîk, diyar kir ku rewşa Misrê dişibe rewşa Tirkiyê ya salên 1960 û 1980yî ku derbeyên leşkerî hatibûn kirin. Çelîk, destnîşan kir ku derbe nîşana lipaşmayinê ye û rewşa Misrê wan xemgîn dike.
Leşker nikarin aboriyê rast bikin
Çelîk, da zanîn ku Serokomarê Misrê Mursî, "bi keda milê xwe" di hilbijartinan de bi serket û axaftina xwe wiha domand: "Gelo Muhemed Mursî digel helwesta artêşê dê li ber xwe bide, heke li ber xwe bide gelo dê şerê navxweyî derê? Niha em bi vê yekê nizanin, lê dîvê em helwesta Mursî teqdîr bikin ku wî li ber muxtirayê serî netewend." Çelîk got em naxwazin ku şerekî navxweyî derkeve lê divê aligirên Mursî li rayên xwe xwedî derkevin.
Der barê derbeya li Misrê de Alîkarê Serokê Giştî yê AK partiyê Mevlut Çavuşoglu got: "Em şer naxwazin lê divê gelê Misrê li hemberî derbeyan li ber xwe bide û bertekên xwe nîşan bide." Çavuşoglu eşkere kir ku hin kes piştgiriyê didin derbeyê û ev rewşeke gelekî bişerm e. Çavuşoglu got: "Baweriya kê bi demokrasiyê hebe, divê li hemberî vê derbeya be. Ji bo ku li Misrê xwîn nerije em dia dikin. Em dijberiya hemû mudaxeleyên antîdemokratîk dikin."
Logoglu: Ne guncav e ku leşker mudaxeleyî siyasetê bibin
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Logoglu ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku bûyerên li Misrê zû qewimîne. Logoglu diyar kir ku CHP naxwaze li Misrê xelxele çêbibe. Piştre got ku ev derbe dê bandoreke neyînî li pêvajoya demokrasiyê û welatên ereb bike û li Misrê hatina demokrasiyê dê dereng bikeve.
Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî jî ji nûçegihanê AAyê re axivî û got eşkere ye ku hêzên emperyalîst piştgirî dane derbeya leşkerî. Destîcî, got em vê derbeyê qebûl nakin, ev derbe li azadî û mafên mirovan hatiye xistin.