17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
NEYNEWA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî got li Eniya Xazirê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê eskerên Tirkiyeyê yê li baregeha Başîqayê got, "Ji bo hebûna eskerên Tirkiyeyê yên li Mûsilê, divê di navbera Enqere û Bexdayê da rêyeke lihevkirinê bê dîtin."
Barzanî herwiha got, "Di çarçoveya operasyonê da qadeke zêdetirê 200 kîlometrekareyî ji destê DEAŞê hat rizgarkirin. Em dixwazin gelê Mûsilê emîn be. Em wek pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo li herêmê qetlîam çênebe, herêm bi hêsanî were rizgarkirin hewl didin."