Nihat Kavşut
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Dixwazin li derva û hundir Tirkiyeyê dorpêç bikin. Dixwazin welatê me wekî şêrekî pencên wî hatine jêkirin kedî bikin û hildin bin nîrê xwe. Kesên hînî Tirkiyeya berê bûne naxwazin Tirkiyeyeke xwedîîdia, bivîzyon û bihêz bibînin."
Erdogan: "(Rawestandina vîzeyên Tirkiye û Amerîkayê) Ez pir eşkere û zelal diaxivim, kesê ku ev bûyer derxist, balyozekî li vê derê ye. Nayê qebûlkirin ku Amerîka şirîkekî xwe yê stratejîk ê wek Tirkiyeyê ji bo balyozekî xwenezan feda bike. Ne pêkan e ku em ji vê ra bêjin 'erê'."
Erdogan: "Tirkiye bona mezlûm û mexdûran hêvî ye û herwiha li hemberî neheqî û pêpeskirina hiqûqê dengê xwe bilind dike. Helbet ev yek konfora hin derdoran xirab dike. Tirkiye çiqas bi xwe va tê, çiqas bi hêza xwe dihese, çiqas dijî astengdariyan derdikeve, bawer bin ewqas jî teşikê hin kesan li hev dikeve, nizanin wê çi bikin. Ji ber ku heger Tirkiye bihêz be, wate ew e ku wê xwedî li mezlûman derkeve. Tirkiyeya serbixwe, tê wê wateyê ku wê rola ku didin pêşiya wê, wê bê lam û cîm qebûl neke û wê bikeve gumanê. Tirkiye ji bo mezlûm û mexdûran, neheqiyên ku bi serê wan tên her dem dengê xwe bilind dike. Helbet ev hin kes û aliyan aciz dike. Tirkiye çend baş bibe û pêşve biçe, bawer bikin ev kes nizanin wê çi bikin. Çimkî Tirkiyeyeke bihêz, bi kêrî mezlûma tê. Tirkiyeyeke serbixwe bi gotina tu kesî nake, tu rolên ji me re dibînin qebûl nake. Tirkiye ji bo gelek welatên din jî welatekî hêviyê ye."
Erdogan: "Kî dikare îdia bike ku mebesta korîdora terorê ya ku dixwazin li seranserê sînorê me yê başûr çêkin têkoşîna DEAŞê ye? Tiştekî wiha heye? Korîdora terorê tenê ji bo dorpêçkirina Tirkiyeyê ye. Bira kes me nexapîne. Yên ku Sûriye di dinyayê da kirin bazara herî mezin a çekan, ên ku qatilên devbixwîn bi çekên herî nûjen çekdar kirin, her hal van yekan hemû ji bo evîna demokrasiyê nakin. Tu eleqeyeke van yekan bi demokrasiyê ra tuneye, teqez tuneye. Em dewleteke qebîleyê nînin. Em dewleta Komara Tirkiyeyê ne, hûnê vê qebûl bikin. Heke vê qebûl nekin jî li qisûrê mêze nekin, em mihtacê we nînin. Çaxa em bi pereyê xwe ji we sîlehan dikirin hûn dibêjin 'kongre' lêbelê çaxê sîlehan didin rêxistinên terorî jî pênc quriş pereyî nastînin û tînin sîlehan didin wan. Çima? Ji bo Tirkiyeyê ji başûr dorpêç bikin. Ez plana di pişt vê da jî nabêjim, di pişta vê da jî hin tişt hene, ew mijareke din e."
Erdogan: "Tirkiye bi hesabdîtineke sedsalî ra rûbirû ye. Bînin bîra xwe di bûyerên Geziyê da li ser dîwaran çi nivîsandin. Li Kadikoyê ya li aliyê Anadoluyê ya Stenbolê ye 'Zilm di sala 1453yan da dest pê kir' nivîsandin. Ev tesadûfî nîne. Kesên 1453an wek zilmê dibînin zarokên Bîzansê ne. Ewladên vî gelî nînin."