Elif Orhan
11 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
MUGLA
Dest bi darizandina bersûcên ku ji ber bûyera li Bodruma navçeya Muglayê mirina 5 kesên ku Aylan bebek jî di nav wan de bû, der heqê wan de doz hat vekirin, kirin.
Bersûcên girtî Muwafaka Alabash, Asem Alfrhadên ku bi eslê xwe sûriyeyî ne û parêzerên wan Kemal Ertugrul û Duygu Çakmak Bîşen beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran a Bodrumê bûn.
Piştî tespîta nasnameyan mafê axaftinê dan bersûcan. Ji bersûcan Alfrhad sûcdarkirinên der heqê xwe de qebûl nekirin û îdia kir ku tu eleqeya wî bi bûyera navborî re tune.
Alfrhad got "Ez li Şamê xwedî malbateke mezin im. Malbata me bi bazirganiyê re mijûl e." û qal kir difikirin ku bi xanima xwe re biçin Ewropayê lê belê dema zehmetiyên ku tên kişandin dîtin dev jê berdan.
Alfrhad qal kir ku li ser vê yekê biryar dan ku bi xizmên xwe yên li Sûriyeyê û birayê xwe yê li Ewropayê re li Tirkiyeyê bijîn û wiha axivî: "Ez bi hevkarê xwe Ehmed Hajcar re ji bo ku em li Bodrumê otêl an jî pansiyon kirê bikin em di 14-15ê tebaxê de hatin Bodrumê. Min li Bodrumê Mwafaka Alabashê bi navê Ebû Huseyîn nas kir. Tê îdiakirin ku min der barê vê bûyerê de 8 hezar euro sitandiye. Min ji tu kesî pere nesitandiye. Ez nizanim ka ez çima vir im û ev 5 meh in girtî me."
Alfrhad diyar kir ku piştî bûyera ku qewimî endamên malbatê bi xizmên kesên ku di qezayê de mirin û ji qezayê sax filîtîn re hevdîtin kirin û got ku "Wan piştî hevdîtinên xwe gotine min ku di serê wan kesên ku vê karê dikin de Ebdûllah Kurdî heye û piştî vê bûyerê derket televîzyonê û bû qehreman."
Bersûcê din Mwafaka Alabash jî Ebdûllah Kurdiyê bavê Aylanê sûcdar kir û wisa dest bi parastina xwe kir.
Alabash qal kir ku li Antakyayê dijîn û ji bo ku kurê wî yê 13 salî yê ku nexweş e di şert û mercên baştir de bijî û bê dermankirin hatin Bodrumê û wiha axivî:
"Dema ez hatim Bodrumê gotine min ku qaçaxçiyê bi navê Ebdûllah Kurdî bibînim. Girtiyên li girtîgeha ku ez niha li dimînim jî dizanin ka Ebdûllah Kurdî qaçaxçiyekî çiqas navdar e. Ez 10 roj beriya bûyerê hatim Bodrumê. Me li Bodrumê bi Ebdûllah Kurdî re hevdîtin kir. Li ba min Asem Alfrhad û koçberên din ên ku biçûna Yewnanistanê û organîzatorekî tirk hebû."
Alabash qal kir ku tekneya ku di bûyera navborî de bin av bû qet nedîtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Şeva ku me li restoranê hevdîtin kir 3 wesayît hatin û kesên ku dê biçûna Yewnanistanê birin. Ez jî wê şevê heta saet 03.00ê di nav wesayîtekî de bi organîzatorekî tirk re li bendê mam ku ji aliyê din xeber bê. Bi şev saet dora 03.00ê sê kes hatin û li cama wesayîtê xistin. Hin tişt axivîn û bi mêrika li gel min re çûn."
Alabash qal kir ku çend roj beriya bûyerê li termînala otobêsan a Bodrumê ji aliyê ekîbên jendirmeyan ve hat binçavkirin û got ku tu eleqeya wî bi tekneya navborî re tune.
Serokê dadgehê Yakup Yildiz got ku parastinên bersûcan û parastinên wan ên li dozgeriyê ji hev nagirin, li ser vê yekê bersûcan îdia kir ku dema li dozgeriyê îfade hat girtin erebiya wergêrê ku amade bû kêm bû.
Dadgeh ji bo ku dozgerê komarê mitalaaya xwe ya der barê esasê de amade bike rûniştin paş xist.
- Parêzerê bersûc piştî rûniştinê daxuyanî da
Ji parêzerên bersûcan Kemal Ertugrul piştî rûniştinê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û parast kesên ku di dozê de tên darizandin mexdûrên bûyerê ne û got ku "Di vê dosyeyê de jî miwekkîlê min jî sûriyeyî ye û yek ji mexdûrên rastîn ê vê sûcê ye. Bi xizmên xwe re ew jî di rewşa koçberên qaçax de ye."
Ertugrul îdia kir ku Ebdûllah Kurdiyê ku ji qezayê sax filîtî û bavê Aylan bebekê tekne diajot û ew kesên ku bi xwe re hewl dida ku malbata xwe jî bibe Yewnanistanê ye û wiha axivî: "Ev bi awayekî eşkere diyar e. Derfeta me zêde tune ku em mexdûrên din bînin dadgehê. Em di têkilîdayînê de zehmetiyan dikşînin. Heke ne em bikarin wan bînin vir û bidin axaftin dibe ku rewş diyartir be. Lê belê rewş niha ev e."
- Der barê bersûcan de heta 35 salan cezaya hepsê tê xwestin
Li Bodrumê di 2yê îlona 2015an de tekneya ku tê de koçberên sûriyeyî yên hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin û tê de 14 kes hebûn, binav bibû û 5 kesên ku di nav wan de Aylan bebek jî hebû miribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê der barê bûyerê de îdianame amade kir û di îdianameyê de der heqê her du bersûcên sûriyeyî de ji ber sûcên "qaçaxçitiya penaberan" û "bi teqsîr sedembûna mirina ji yekî zêdetir kesî" heta 35 salan cezaya hepsê tê xwestin.