Haydar Şahin
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
XEZE
Hemasê diyar kir ku Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê "pêkanînên cezakirinê" yên li ser Xeta Xezeyê didomîne.
Hazim Qasimê berdevkê Hemasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Eşkere ye ku Mehmûd Ebasê Serokê Dewletê pêkanînên cezakirinê yên li ser Xezeyê bi israr didomîne. Ev jî tê wê meneyê ku Ebas temamkirina Hikûmeta Lihevkirinê ya Neteweyî ya Filistînê red dike."
Qasim îdia kir ku Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas Xeza Xezeyê û Şerîeya Rojava ji hev diqetîne, di encama pêkanînên rêveberiya Ramallahê da rewşa Xezeyê dikeve halekî trajîk.
Qasim got ji ber ku Hikûmeta Filistînê ji berpirsyariyê direve Komîteya Îdarî ya li Xezeyê hat avakirin.
Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê di axaftinên xwe yên berê da gotibû ku hikûmeta Filistînê biryardar e ku van sepandinan bidomîne, endamên Fetîhê jî di tesîra van sepandinan da dimînin, armanca va pêkanînan ew e ku Tevgera Hemasê vê cudakariyê bi dawî bike, Komîteya Îdarî bela bike û rêveberiya Xeta Xezeyê dewrî Hikûmeta Lihevkirinê ya Neteweyî bike.