Ferizat Kaya
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
ABUJA
Li Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava bi destê Boko Heram du êrîşên bibombe hatin kirin. Di du erîşan da herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Şahidên bûyerê ragihandin ku li eyaleta Bornoyê di êrîşên li dijî kampa multeciyan û marketekê hat kirin de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûn.
Digel operasyonên dijî Boko Heramê, rêxistin li Nîjeryayê hê tehdîdeke mezin e.