WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî ya Dewletên Yekîtî yên Amerîkayê (DYA) Jay Carney di civîna rojane de der barê bûyerên tundiyê yên li Iraqê de daxuyanî da û diyar kir ku têkiliyên DYAyê bi hikûmeta Iraqê re heye. Li Iraqê di têkoşîna li hemberî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de dibe ku DYA piştgiriyê bide Iraqê û ji bo vê jî bi rayedarên li Bexdayê re hevdîtinên ku lazim in tên kirin.
Wezîrê Karên Derveyê DYAyê John Kerry diyar kiribû ku ji ber rewşa ku niha Iraq tê de ye dibe alîkariya wan bikin ji bilî vê Kerry gotibû ku lazim e Iraq ji vê rewşa ku têde ye xwe xilas bike. Carney ev yekê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku gotinên Kerryê nayên wê wateyê ku dê alîkariya Iraqê nekin û wiha axivî:
"Ev nayê wê wateyê ku em ê alîkariya wan nekin, jixwe em dikin."
Carney destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê di têkoşîna li hemberî DÎŞIyê de alîkariyê dide hêzên eşîr û polêsan û bi vê sayê jî car caran hin serkeftinên demborî pêk tên û wiha dewam kir: "Ji bo têkbirina komên ku nêzî El-Qaîdeyê ne em bi hikûmeta Iraqê re hevkariyê dikin. Ji bo vê jî sewqiyata amûrên leşkerî yên ku em didin, bi awayekî leztir em ê bişînin Iraqê. Herî zû jî di bihara pêş me de ew moşekên hallfîreyê em ê ji Iraqê re bişînin. Di hefteyên pêş me de 10 firokeyên bê mirov ên ku ji bo keşfê ne û 48 balafirên ku dişibin wan em ê ji wan re peyda bikin."