ÎSTANBUL
Ji endamên Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNHŞMS) 40 kesî ji ber sedemên cuda îstifa kir.
Nûnerê tirkmenan yê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Ziyad Hesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Hesen diyar kir ku, Hereketa Tirkmenan, Foruma Karsazan, meclisên herêmî, Fermanbariya Civata Şoreşê, endamên sererkaniyê û kesên xwedî kesayetiyeke neteweyî ji KNHŞMSyê îstifa kirin.
Hesen got ku pirsgirêkên koalîsyonê bi vê rêveberiyê ve çareser nabe û diyar kir ku bi taybetî welatên ereban, lê li hemû herêmê xebatên neteweyî yên ku hewl didin li herêmê dîktatorî ji holê rabe û welat pêş keve hene. Lê belê projeyeke giştî jî li herêmê hewl dide ku xebatên neteweyî ji holê bên rakirin.
Hesen wiha axivî: "Li gor me yanî hereketa tirkmenan, koalîsyon bi lîstika 'Cenevre-2'yê xizmeta vê projeyê ya ku dijminê gelê me ye dike."