WASHINGTON
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Hikûmeta Navend a Iraqê di mijara îxraçkirina neftê de li hev kirin û birêvebiriya DYAyê jî ji ber vê lihevkirinê kêfxweş e.
Birêvebiriya DYAyê vê yekê di rêya çareseriyeke berfireh a der barê çavkaniyên hîdrokarbon ên li welêt de wekî "pêngaveke ewilîn a ku wêrekiyê dide mirov" nirxand.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Jen Psakiyê di daxuyaniya xwe ya di brîfînga çapemeniyê ya rojane de got ku "Em kêfxweş in ku Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê di hewldanên ji bo çareseriyeke berfireh û adilane ya di mijara çavkaniyên hîdrokarbon ên Iraqê de pêngavên ewil hatin avêtin û eşkere kirin ku li hev kirin."
Psakiyê da zanîn ji bo ku hemû iraqî ji bazara hîdrokarbon a li welêt bi awayekî wekhev û adilane sûd wergire, li ser çareseriyeke destûra bingehîn dixebitin û bang kir ku di demek wiha de divê van pêngavan bi awayekî ku pêbaweriyê ava bike di demek herî kurt de bên avêtin. Psakiyê da zanîn ev lihevkirin nîşan dide ku rayedarên li Bexda û Hewlêrê dixwazin li ser van mijarên tevîhev, rasterast û bi awayekî ji dilbisekinin û ev yek jî wêrekiyê dide mirov.
Psakî wiha axivî: "Em fehm dikin ku ev pêngav pêngava ewilîn a ji bo çareseriyeke berfireh e. Heta ku birêvebiriyên Iraq û HKIyê bixwazin DYA dê bi awayekî bêteref wezîfeya navçitî û hêsanker berdewam bike."