NEW YORK
Li New Yorkê di 11ê îlona 2001ê de herdu "Avahiyên Cêwî" yên Navenda Bazirganiya Dinyayê piştî êrîşeke terorî hilweşiyabûn û di şûna wan de jî avahiyên nû hatin avakirin.
Danasîna avahiya ewil a "Navenda Bazirganiya Dinyayê-1" ji endamên çapemeniyê re hat kirin.
"One World Trade Center (Navenda Bazirganiya Dinyayê-1)" bi bilindahiya xwe ya 541,3 metreyî ve wek avahiya herî bilind a DYAyê hatiye sêwirandin.
Endamên çapemeniyê derxistin qata 61emîn a avahiya ku ji 104 qatan pêk tê û danasîna avahiyê li vê derê hat kirin û ji bo kişandina dîmenên New Yorkê ev der gelek bi kêrî endamên çapemeniyê hat.
Sêwirandina avahiya Navenda Bazirganiya Dinyayê-1 bi destê mîmarê amerîkayî Davîd Chîlds ve hat kirin û dezgehê Port Authority of New York & New Jerseyê ev proje birêve bir.