Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku serokê wê Barack Obama ye bi welatên ku li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) di qada leşkerî de têdikoşin re dixwaze li hemberî DÎŞIyê di qadên îstixbarat û fînansê de jî hewl bidin û bi wan re koalîsyoneke herêmî û navneteweyî ava bike.
Van rojên dawîn li Washingtonê tê axaftin ku DYA ji bo rê li ber pêşdeçûna DÎŞIyê ya li Sûriyeyê bigire dibe ku operasyonekê li dar bixe. Ji ber van îdiayan jî di çapemeniya Amerîkayê de gelek nûçe cih digrin û dibêjin ku DYA beriya operasyonan bi welatên hevpeyman re koalîsyonê ava dike.
Di New York Tîmesê de nûçeyeke li ser gotinên rayedarekî di rêveberiya DYAyê de ku nexwestiye navê wî bê eşkere kirin hat amadekirin û hat gotin ku Qesra Spî li hemberî milîtanên DÎŞIyê yên li Iraq û Sûriyeyê ne tevgerên xwe zêde dike. Ji ber vê hincetê jî Qesra Spî bi welatên li herêmê û hevpeyman re ji bo ku di hin mijaran de piştgiriyê bidin û heke operasyoneke leşkerî jî bê kirin seba piştgiriyê bidin DYAyê xebatên dîplomatîk dike.
Tirkiye, Awistiralya, Îngilistan, Urdun, Qatar, Erebistana Siûdî û Mîrektiya Ereban wek welatên ku dê xebatên dîplomatîk bi wan re bên kirin hatin nîşandan.
Di rojnameyê de hat gotin ku DYAyê heke mudaxeleyî Sûriyeyê bike li hemberî her îhtimalê ji bo operasyonê ji Tirkiyeyê der heqê baregehên leşkerî de alîkarî xwestiye.