Suryaniyên ku li Mêrdînê dijîn dixwazin ku xizmên wan ên ku DÎŞIyê ew li Hesekêya bajarê Sûriyeyê revandin, serbest bên berdan.
Welatiyên suryanî yen ku DÎŞIyê li Hesekêya bajarê Sûriyeyê xizmên wan revandin, dixwazin ji bo ku xizmên wan serbest bên berdan birêvebirên hemû welatan hewl bidin.
-"Gundên suryaniyan hatine dorpêçkirin"
Keşîşê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku DÎŞIyê li bajaroka Til Nemira girêdayî Hesekêya bajarê Sûriyeyê gelek xiristiyanên ku di nav wan de asûrî jî hene, revandin.
Akyuz got li gor nûçeyên ku bihîstin pirsgirêka ewlehiyê ya suryaniyên ku li gundên nêzî Hesekêyê dijîn heye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Gundên suryaniyan ên wir hatine dorpêçkirin. Li gor xeberên ku hatin me DÎŞIyê 220 kes revandin û bi dehan kes qetl kirin. Em dibihîzin ku hê jî ev dorpêçkirin berdewam dike. Em di vê mijarê de gelekî xemgîn in. Divê serokên cîhanê beriya hovîtiyê bigirin. Heke serokên cîhanê hewl bidin dê beriya wahşetê bê girtin. Revandina jin û zarokan û muameleya xirab a li ser wan sûcê mirovahiyê ye. Jiholêrakirina sûcê mirovahiyê jî dikeve li ser milên serokên cîhanê."
Akyuz da zanîn ku DÎŞI ne tenê li ser êzdî û suryaniyan li hember her kesê heman muameleyê dike û wiha got : "Heman tiştê tînin serê misilmanan jî. Van tiştan li ser navê dînê dikin û ev yek jî mirov dixe nav fikaran."
-"Li Sûriyeyê 3 dêrên me şewitandin"
Munîr Îsyoyê ku hem welatiyê Sûriyeyê û hem jî yê Tirkiyeyê ye jî da zanîn ku bi qasî 2 sal beriya niha ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê mecbûr ma ku koçî Tirkiyeyê bike û ji ber vê yekê mexdûr bû.
Îsyo got di nav asûrî û suryaniyên ku DÎŞIyê revandin de xizmên wî jî hene. Îsyo da zanîn xebarên wekî DÎŞI ji bo ku asûrî û suryaniyan di teqasê de bi kar bîne dîl digire, tên guhê wan û wiha axivî:
"Di nav 90 kesî ku hatin revandin de 8 xizmên min hene. Xwarziyê min, jina wî, zarokê wî, dişa wî û zavayê min heye. Hemû serokên dewletan ji bo ku ev mirov serbest bên berdan divê hewl bidin. Keçikên me yên 5 salî tên revandin. Ev mirohaî û edaleteke çawa ye. Em ji Xwedê lava dikin ji bo ku arîkariyê bike yekî ji me re bişîne."
Îsyo xwest ku Tirkiye jî bila hewl bide û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dixwazin ji bo ku xizmên me serbest bên berdan Serokwezîr Ahmet Davutoglu bikeve dewrê. Heke bikeve dewrê dibe ku serbest bên berdan. Li Sûriyeyê 3 dêrên me şewitandin halbûkî ew dêr mala Xwedê ye. Mizgeftan dişewitînin. Ev endamên kîjan dînê ne?"
-"Aqûbeta wan me dixe nav fikaran"
Metîn Ezîlmezê ku li Mêrdînê zêrfiroşiyê dike û di nav kesên ku hatin revandin de xizmên wî jî hene got êrîşên DÎŞIyê şermezar dikin.
Ezîlmez ji bo kesên ku DÎŞIyê ew revandibûn serbest bên berdan ji rayedaran arîkariyê xwest û wiha axivî:
"Em wek welatiyên Komara Tirkiyeyê cemeata suryaniyan ji Birêz Serokomarê me, Birêz Serokwezîrê me û ji hemû nûnerên partiyên siyasî yên di prlementoyê de arîkariyê dixwazin. Em nizanin ku li Sûriyeyê 90 birayên me yên asûrî û sûryanî çima hatin revandin. Aqûbeta wan me dixe nav fikaran û em xemgîn dibin. Ji bo ku ew bi awayekî baş bigihêjin malbatên xwe divê hemû welêt hewl bidin."