Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Hêzên DYAyê (CENTCOM) hat dayîn, balafirên şer ên Amerîkayê di nav rojê de 2 êrîşên esmanî birin ser baregehên DÎŞI û di êrîşan de 3 wesaîtên çekan, balafirşikênek, baregehek û kozokeke teqemeniya emprovîzeyê hatin tehrîbkirin.
Hat gotin ku balafir û wesaîtên bêmirov piştî operasyonan ji herêmê sax silamet vegeriyan.
Hat gotin ku êrîş ji bo desteka hewildanên alîkariya mirovahî ya li Iraqê, ji bo desteka hêzên kurd û Iraqê yên ku li dijî DÎŞIyê têdikoşin û ji bo parastina tesîs û personelên Amerîkayê hatin kirin.
Artêşa DYAyê 10 roj berê li dijî DÎŞIyê êrîşên esmanî dabû destpêkirin. Ev du roj in ku zêdetir êrîşan dibe der û dora Bendava Mûsilê.