Tuğçenur Akgün
15 Tebax 2023•Rojanekirin: 15 Tebax 2023
DYAyê ji envantera xwe pakêta alîkariya eskerî ya ya bi buhayê 200 mîlyon dolarî ji bo Ukraynayê ragihand.
Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku alîkariya eskerî ya ji bo Ukraynayê 200 milyon dolar e.
Wezareta Parastinê (Pentagon) jî herwiha ragihand ku di pakêtê de di serî de pergalên parastina asîmanî yên Patrîot û Pergala Mûşek Topan a Performansa Bilind (HIMARS), hejmarek muhîmatên weke alavên paqijkirina mayinan, topxane û muhîmatên tankan, digel mûhîmatên curbicur hene.
DYAyê ji destpêka cenga ku di Sibata 2022an ve destpê kiribû, zêdetir ji 43 milyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.