QAHÎRE
Serdozgerê Misrê Abdulmecid Mehmud, der heqê Serokomar Muhemed Mursiyê ku ji wezifeyê hat avêtin û serokên Teşkîlata Birayên Misliman (Îxwan) de bi îdiaya "bi hêzên biyanî re hevkarî û berhevkirina îstixbarat û firarê kirine" biryara darizandinê da.
Der heqê 35 serokên Teşkîlata Birayên Misliman de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt hat dayîn.
Her wiha bi biryara Serdozger Mehmud, hejmara serokênTeşkîlata Birayên Misliman yên ku derveyî welêt ji wan re hat qedexe kirin, gihişt 35 kesan.