ANKARA
Li Misrê yên li dijî derbeya leşkerî ne, ji bo ku piştgiriyê bidin Mursî li qadan in. Li paytext Enqereyê jî endamên ÎHH, MAZLÛMDER û Ozgur-Derê derbeya leşkerî ya Misrê şermezar kirin.
Li Misrê, li gelek bajaran destdanîna ser rêvebirinê ya leşkeran tê protestokirin. Bi hezaran kes li kuçe û kolanan in û li dijî derbeya leşkerî çalakiyan dikin. Bi taybetî jî li Qada Rabîat'ûl Adewiyeyê bi hezaran kes kom bûne û piştgiriyê didin Mursî.
Herêmên çolterê jî piştgiriyeke mezin didin Mursî û derbeya leşkerî protesto dikin. Gelek qebileyên koçer di daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribûn ku li pişt Mursî ne. Hat destnîşankirin ku li bajarê El Arîşê alîgirên Mursî îro dê xwepêşandaneke mezin li dar bixin.
Li welatê Mursî Zakazîkê jî di navbera alîgir û dijberên Mursî de pêvçûn qewimîn û bi sedan kes birîndar bûn.
Li derveyî welêt jî ji bo Mursî çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin
Li paytext Enqereyê endamên ÎHH, MAZLÛMDER û Ozgur-Derê derbeya leşkerî ya Misrê şermezar kirin. Rojnamevan Adem Ozkose li ser navê komê daxuyaniyek da û wiha got: "Birayên me yên Misrî ev çend roj in ku bi kefenê xwe xwepêşandanan li dar dixin. Me jî kefenê xwe, li xwe kir û em hatin ku piştgiriyê bidin birayên xwe yên wira. Bila her kes bizanibe ku berxwedan ne bi tenê berxwedana Qahîre an jî Îskenderiyeyê ye. Lê berxwedan ya Enqere, Stenbol, Diyarbekir û Trabzonê ye. Em li cem gelê Misrê yên li dijî derbeyê ber xwe didin. Em derbeyê şermezar dikin."
Komê piştî daxuyaniyê li ser kefenên ku bi xwe re anîbûn, nimêj kir.