GAZZE - MUSTAFA HABBUŞ
Pêşiya derbeya li Misirê Xazeyiyan di konên li ber tûnelan de malzemeyên sotemenî, xurek û înşeatê yên dihatin Xazeyê qontrol dikirin. Lê piştî mudaxeleya artêşê birêvebiriya Misirê tûnel girtin. Xazeyî niha di konên li ber bersifika tûnelan de tenê Qur'anê dixwînin.
Berpirsyarê tûnelê Ebu Avdê Xazeyî destnîşan kir ku birêvebiriya Misirê li hemû sînorê bergirên giran ji bo ewlehiyê girtin. Ji ber tevdirên giran ev 20 roj in li vir hemû kar rawestiya ne. Karê me yê niha tenê parastina tûnelan e.
Ebu Avd diyar kir ku 20 kesên ku bi 20 û 25 dolaran di tûnelan de dixebityan, ev 3 hefte ne bê kar in. Avd got ku li Misirê beriya qeyranê 60 tûnelên ku malzemeyên înşeatê dibihurandin hebûn û ji van tûnelan rojê 300 an jî 400 qamyonên malzemeyê derbasî aliyê Xazeyê dibûn.
Ebu Eymen jî berbipsiyarê xeta boriyên neftê ye û dibêje rêvebiriya Misirê xeta boriya neftê jî girt û artêşa Misirê ji bistan jor tûnelên ku ji bo sotemeniyê dihat bikaranîn xera kir. Ebu Eymen diyar kir ku artêşê dest danî ser hezaran lîtir fuel oîl û mazota ku hêj Filîstinê pompe nekiribû.
Ebû Eymen ragihand ku beriya derbeyê ji Misirê rojane 500 hezar lîtir sotemenî distandin. Eymen bi bîr xist ku nîvê sotemeniya ku derbasî aliyê Xazeyê dibû di santrala cêyranê de dihat bikaranîn û nîviyê din jî dişandin îstasyonên sotemeniyê.
Xazeyê ji ber ambargoya Îsraîlê nîvê hewcedariya xwe ya sotemeniyê ji Misirê pêyda dikir.