Hat ragihandin ku li Şerîaya Rojavayê 16 filîstînî hatin binçavkirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku li Şerîaya Rojavayê 16 filîstînî bi hinceta ku tevlî bûyerên şidet û terorê bûn, hatin binçavkirin.
Artêşa Îsraîlê her tim êrîş dibe ser hin bajarên Şerîaya Rojavayê û bi hin îdiayan filîstîniyan binçav dike.
Li gor rapora ku Komeleya Dîlên Filîstînî weşand, di girtîxaneyên Îsraîlê de, niha zêdetirî 7 hezar filîstînî hene.