Milîtanên DÎŞIyê li bajaroka Sadiyeyê ya ku 35 kîlometre ji Celawleyê dûr e bi cih bûne û bi taybetî jî êvarê bi çekên giran êrîşî pêşmergeyan dikin. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji herêmê şand li bajarokê şer û pevçûn êvarê dest pê dike, qedexeya gera di kuçe û kolanan de jî di wan saetan de tê sepandin.
Ji ber xetereya êrîşên bombeyî ji bo çûn û hatina wesaîtan jî li bajarokê destûr nayê dayîn.
Midûrê Ewlekariyê yê Celawleyê Evdirehman Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piraniya bajarokê di bin kontrola pêşmergeyan de ye. Êvarê pevçûn dest pê dikin. Êrîşkar dixwazin ku navçe û Wahdeyê bigrin bin kontrola xwe. Bi taybetî jî navçeyê dixwazin, lewra Çemê Sîrwanê di vir de derbas dibe. Heke vê derê bigrin bin kontrola xwe di demeke kurt de hemû bajarok dê bikeve bin kontrola endamên DÎŞIyê."
Mihemed destnîşan kir ku ew qebîleyên ereb ên ku Saddam Huseyn li bajarokê bi cih kirine bajarokê terk nakin û bi DÎŞIyê re car caran şirîkatiyê dikin û li ser pêşmergeyan êrîşên bombeyî dikin.