Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî îdia kir ku DÎŞIya rêxistina terorê li Iraq û Sûriyeyê armanca xwe guherand û tenê li dijî kurdan şer dike.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin, Barzanî bi Balyozê Bexdayê yê Fransayê Mark Baret û Serkonsolosê Hewlêrê Alan Gîpxat re hat bal hev.
Li gor daxuyaniyê Barzanî wiha got: "DÎŞIya rêxistina terorê li Iraq û Sûriyeyê armanca xwe guherand û tenê li dijî kurdan şer dike. Kurd jî li dijî DÎŞIyê şer dikin û têk dibin."
Barzanî DÎŞIyê wek "rêxistina terorê" bi nav kir û got ku digel ambargoya hikûmeta navendî ya Iraqê pêşmerge şer dikin û wiha dewam kir: "Çekên du dewletan ketin destê DÎŞIyê. Lê haya pêşmergeyan ji rêbazên DÎŞIyê bû û rê li ber wan birîn. Li gelek herêman têk çûn û vekişiyan. Em ciyên ku ji destê me derketin yek bi yek bi dest dixin. Em ê herêmên din jî di demeke nêz de azad bikin."
Barzanî destnîşan kir ku rêbazên leşkerî têr nakin û got ku divê çavkaniyên rêxistinê bên îmhekirin û Sûriye ji DÎŞIyê were xilaskirin.
Barzanî ji bo alîkariya gel û Serokomarê Fransayê sipasiya xwe pêşkeş kir û got ku Fransa di rojên zor û zehmet de ligel me bû û bang kir ku welatên Ewropayê jî bên alîkariya me.
Balyozê Bexdayê yê Fransayê Mark Baret jî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî terorê de em li bal Herêma Kurdistanê ne. Baret got ku têkoşîna pêşmergeyan a li dijî hêzên DÎŞIyê pîroz e û ev ne tenê şerê Iraqê, şerê dinyayê ye.