Li gor rapora IHSya şirketa şêwirmendiyê ya vejenê ya navneteweyî ya ku navenda wê li DYAyê ye, dahata ku DÎŞI ji firotina nefta ku bi rêyên derîqanûnê difroşe qezenc dike, gihişt 800 milyon dolarî.
Li gor rapora IHSyê weşand, DÎŞI salane 800 milyon dolarî û rojane jî 2 milyon dolarî ji neft û berên neftê ya ku ji Iraq û Sûriyeyê bi rêyên derîqanûnî tîne û difroşe, bi dest dixe. Bihaya warîla nefta ku rêxistin difroşe di navbera 25 û 60 dolarî de diguhire.
Di raporê de ev agahî cih girt: "DÎŞI bi dahata ku ji neftê difroşe qezenc dike, xwe fînanse dike."
Herwiha di raporê de hat destnîşan kirin ku niha rafîneriyên mobîl jî di destê DÎŞIyê de hene.