MÛSIL
Piştî êrîşên pêşmegeyan û balafirên şer ên DYAyê DÎŞI mecbûr ma ku ji Zumara navçeya li ser bajarê Mûsilê vekişe. DÎŞIyê li pey xwe erebeyên leşkerî yên ku hatine şewitandin, dikanên ku hatine talankirin û şewitandin û dîwarên ku li ser wan rêça guleyan tijî ne hîştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, hêzên pêşmergeyan bi rojan şer kirin û di encama pevçûnan de kontrola navçeya Zumarê bi dest xistin. Zumar qasî 3 mehan di destê DÎŞIyê de ma, niha li navçeyê xirabe hene. Zumar wek bajarê xeyaletan xuya dike û meriv li ser her cihan rêça pêvçûnan dibîne. Erebe û avahiyên ku hatine şewitandin û rêça guleyan a li ser hemû dîwaran ji merivan wetrê qala pêvçûnan dike.
Li herêmê hat dîtin ku milîtanên DÎŞIyê derî û paceyên dikan û xaniyan şikênaştine û ji wan deran xwarin, xurek tiştên biqîmet talan kirine. Milîtanên DÎŞIyê li ser avahiyên fermî jî "Dewleta Îslamê" nivîsîne.
Di malekê de teqîn çêbû û 3 pêşmerge mirin. Paşê hat fehmkirin dema ku rêxistin ji navçeyê vekişiyaye li gelek cihan mayîn bi cî kiriye. Ji ber vê yekê hêzên ewlekariyê heta ku lêgerîna û paqijkirina mayînan neqede destûrê nade ku welatiyên ji herêmê bên navçeyê. Pêşmerge li her kuçê û kolanan nobetê digrin û hişyariyê didin rojnamevanên ku ji herêmê dîmenan digrin. Endamên çapemeniyê di rêberiya pisporên bombeyan de dîmenan dikişînin.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên DYAyê ji hewayê êrîşî Barzenkeya gundê li ser navçeya Zumarê ya ku DÎŞIyê wek baregeh bi kar dianî kirin û gelek milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.