Hat ragihandin ku hêzên Esed bi topên hewanê êrîşî dibistaneke taxa Kabûna Şamê kir û di êrîşê de 12 xwendekar mirin.
Li gor daxuyaniya Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC), hêzên rejimê li Kabûna ku dikeve herêma Gutaya Rojhilat ya Şamê, bi topên hewanê ve êrîş kirin û top li dibistanekê ketin. Di êrîşê de 12 xwendekar mirin û gelek xwendekar jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Esed her roj topên hawanê diavêjin herêma ku dibistan lê ye."
Ji aliyê din ve aktivîstên li herêmê jî gotin ku hêzên rejimê her roj bi çekên giran ve êrîşî herêma Kabûnê dikin û wiha dewam kirin: "Hêzên Esed ji bo ku navçe û bajarokên herêma Gutaya Rojhilat kontrol bikin, her roj êrîşan dibin ser Kabûn û Cobarê."