MÛSIL
Hat ragihandin, milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) tirba Baba Yadîgarê ku ji bo kakaiyên li Iraqê kêmnetewe ne pîroz e bi bombeyê teqandin.
Berbirsyarê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, tirba Baba Yadîgar a ku li gundê Tulebendê ye û 40 kîlometre ji Mûsilê dûr e û ji aliyê endamên DÎŞIyê ve hat teqandin.
Li gor çavkaniyên herêmî li Iraqê hejmara kakaiyan bi qasî 75 hezarî ye. Kakaî bi piranî kurd in û di nav wan de ereb û tirkmen jî hene û nifûsê wan î herî zêde li Kerkûkê ye. Li Hewlêr, Mûsil, Silêmaniye û Diyalayê jî hinek kakaî hene.
Dîroka kakaiyên li Iraqê hetanî sala 970yî diçe. Gundê Şeyhana ku nêzî Helepçeyê ye ji bo kakaiyan herêmeke pîroz e. Gora serokê dînê kakaiyan Siltan Îshaq li vê derê ye.
Kakaî ji Qur'ana Pîroz bawer dikin û hirmetê nîşanî hemû pêxemberan, "Ehlê Beyt" û 12 îmamên şiîyan didin. Li gor baweriya kakaiyan dînê wan dînekî veşartî ye û ji ber vê yekê jî îbadetê xwe bi dizî dikin. Kesên kakaî ji ber ku Hezretî Elî di mizgeftê de hatiye şehîdkirin, naxwazin biçin mizgeftê."