Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çapemeniyê de hat îdiakirin ji bo rojnamegerê amerîkayî James Foleyê ku li Sûriyeyê hatibû girtin û bi destê milîtanê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hat kuştin 132 milyon û 500 hezar dolar cirm hatiye xwestin.
Li gor îdiayan ji bo Foley serbest bê berdan cirm hatiye xwestin lê rêveberiya DYAyê polîtîkaya cirmdayînê qebûl nake.
Ajansa nûçeyan a APyê di nûçeya xwe de hin rayedarên amerîkayî yên ku nexwestin navê wan bê nivîsandin wek çavkanî nîşan da û diyar kir ku xwestina cirmê bi maîlê ji malbata Foley a ku li parêzgeha New Hampshîreyê rûdinê re hatiye şandin.
Ji rayedarên payebilind ê şirketa medyayê GlobalPost ê Phîlîp Balboniyê ku Foley berê li bal wan xebitiye destnîşan kir ku milîtanan cara ewil dawiya sala par ji wan wek cirm pere xwest.
Lê rayedariya DYAyê piştî kuştina Foley jî dubare kir ku ew li dijî polîtîkaya cirmdayînê ne û vê tevgera xwe dê bidomînin.
Di civîna çapemeniyê ya rojane de der heqê vê mijarê de ji Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Marîe Harfê ev mesele hat pirsîn û wê jî wiha got: "Cirmdayîn jî di nav de em tu carê tawîz nadin terorê."
Harfê fonên DÎŞIyê bi bîr xist û diyar kir ku ji hatinên wan yek jî cirm e û bi tenê di sala 2014an de bi milyon dolaran pereyê cirmê ketiye destê DÎŞIyê û heke ji bo welatiyên ku dîl cirm bê dayîn ev yek ji bo welatiyên DYAyê yên din talûkeyeke pir mezin e.