KERKÛK
Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) piştî bidestxistina kontrola Mûsilê, danê êvarê êrîşî navçe û gundên başûrê Kerkûkê kir.
Duh danê êvarê hin navçe, nahiye û gundên Kerkûkê bê pevçûn teslîmî DÎŞIyê bûn. Bûyer pêşiyê li gundê Şerîaya nêzî nahiyeya Zapê ya ku 60 kîlomêtre dûrî Kerkûkê ye derketin. Pişt re li nahiyeya Zapê hin pevçûn derketin, lê pişt re kontrola Zapê ket destê milîtanên DÎŞIyê. Piştî çend saetan nahiyeya Abbasiyê û navçeyên Riyad û Havîceyê yên ku dikevin başûrê Kerkûkê teslîmî DÎŞIyê bûn.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan, milîtanên DÎŞIyê bi konvoyan di nav navçeyan de geriyan, gule berdan hewa û tûr avêtin. Hêzên artêşê jî çekên modern û giran di cih de hîştin û ji herêmê revîn. Li ser vê milîtanên DÎŞIyê dora saet 21.00an ber bi Tûzhûrmatûya navçeya bajarê Selahaddînê ya ku bi piranî tirkmen lê dijîn, çûn. Hêzên pêşmerge li ser vê agahiyê hatin navçeyê û qontrola navçeyê hildan ser xwe.
Hêzên pêşmerge li vê derê bi du tûgayan pêk tên û hewl didin ku çar aliyê navçeyê ji DÎŞIyê biparêzin. Qaymeqamê Tûzhûrmatûyê Şellal Abdul der barê rewşa dawiyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeyê rewş her ku diçe xerab dibe.
Abdul destnîşan kir ku komên terorîst nêzî navçeyê ne û wiha dewam kir: "Nahiyeya Suleymanbegê, gundên Yengîce û Bastamliyê ket bin qontrola DÎŞIyê. Li ser vê du tûgayên Pêşmerge hatin navçeyê. Pêşmerge ji bo parastina navçeyê hewl dide."