Berdevkê Serkreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarrîc der barê rûdanên piştî êrîşên ku dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bir ser Mûsilê û kontrola Mûsilê da dest xwe de daxuyanî da rojnamegeran. Dujarrîc got ku Sekreterê Giştî êrîşên terorîst ên ku DÎŞIyê bir ser Enbar, Bexda, Nînova û Selahaddînê şermezar kir û serxweşî da hikûmeta Iraqê û malbatên ku xizmên wan wefat kirine.
Dujarrîc destnîşan kir ku Ban got: "Ji ber ku li Mûsilê rewş ber bi xerabiyê ve diçe û gelek sivîlan bi mecbûrî ji wir koç kir em pir bi fikar in. Em bangî hemû serokên siyasî yên Iraqê dikin ku ew li hemberî tehdîtên li dijî welêt bibin yek."
DYA û Îngiltereyê êrîş şermezar kirin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşên ku rêxistina DÎŞIyê bir ser Mûsilê şermezar kirin.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê daxuyanî da û ragihand ku DYA li ser bûyerên ku li Mûsilê pêk hatin pir bi fikar e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku DÎŞI ji şerê Sûriyeyê sûdê werdigre û hêza xwe xurt dike. Ji bilî vê yekê DÎŞI ne tenê ji bo îstiqrara Iraqê, di heman demê de ji bo îstiqrara hemû herêmê gef e.