Abdullah Tel
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
BERLÎN
Almanya piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bi avakirina Dîwarê Berlînê va ku weke dîwarê şermê jî dihat binavkirin bûbû du qet û aliyekî welêt bi navê Almanyaya Rojhilat û aliyê din jî bi navê Almanyaya Rojava dihat binavkirin û ji ser hilweşandina dîwarê şermê da 29 sal derbas bû.
Almanya di Şerê Duyemîn ê Cîhanê da têk çû welêt tevlî paytext Berlînê weke çar herêm li Amerîka, Fransa Îngiltere û Sovyetê hat parvekirin û her herêmek aîdê dewletekî hat hesibandin.
Paşê Amerîka, Fransa û Îngiltereyê şaxên rêvebirênê yên li herêmên xwe kirin yek û di sala 1949an da Komara Almanyaya Federal yanî Almanyaya Rojava hat damezrandin.
Yekîtiya Sovyetan jî li herêma xwe bi navê Komara Almanyaya Demokratîk yanî Almanyaya Rojhilat ava kir.
Almanyaya Rojava bi piştevaniya welatên hevalbend û aboriya bazara serbest û demokratîkbûna xwe va bi pêş ket.
Li aliyê din jî Almanyaya Rojhilat a ku hemû rêgez û pergalên Yekîtiya Sovyetan di rewacê da bûn li gor Almanyaya Rojava gelek paşve ma û ji ber vê bêdengeyê bi 10 hezaran kes ji Almanyaya Rojhilat reviyan.
Ji bo kesên dixwestin birevin devera herî çêtir bajarê berlînê bû û berê xwe didina wir.
Di navbera salên 1949 û 1961an da piranî jê ciwan û kesên xwenda bi qasî 3 milyon kes ji ber rewşa xerab a aboriyê ji Almanyaya Rojhilat reviyan û derbasî Almanyaya Rojava bûn.
Rêveberiya Almanyaya Rojhilat jî ji bo ku rê li ber van revên hanê bigire li Berlînê di 12ê Tebaxa sala 1961an da şeva şemiyê bi dizî biryara girtina sînor da.
Serê sibeha 13ê Tebaxê eskerên Almanyaya Rojhilat der û dora herêma rêveberiya Sovyetê bi têlên dirî va girtin. Lê ew têlên bidirî jî rê li ber revê negirt û li ser vê jî di şeva 17ê Tebaxê da avakirina Dîwarê Berlînê yê 3,6 metre bilindahiya wî bû ku paşê wek dîwarê şermê hat binavkirin, dest pê kir.
Bi vî awayî di nava Berlînê da dîwarekî bi qasî 44 kîlometre û derdora wî jî 112,7 kîlometre dirêj bû hat avakirin.
Her ku wext derbas bû li derdora dîwar tewdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin bircên çavdêriyê hatin avakirin, xeta mirinê hat danîn û dîwarê navxwe hat avakirin û hin tiştên din jî lê hat zêdekirin.
Di navbera Berlîna Rojhilat û Berlîna Rojava da 8 cihên derbasbûnê hatin avakirin. Di nav cihên derbasbûnê da cihê herî bi nav û deng jî cihê "Checkpoint Charlie" ya ku li ser "Friedrichstrasse" ye, tê hesibandin.
Di sala 1978an da Serokê Dewleta Amerîkayê yê wê heyamê Ronald Reagen di axaftina xwe ya li Berlîna Rojava kir da bangî Serokê Dewleta Yekîtiya Sovyetan ê wê heyamê Mihail Gorbaçov kir û jê xwest ku "vî dîwarî" hilweşîne.
Polîtîkaya Mihail Gorbaçov a ji nû va rêxistinbûn û zelalbûnê (Glasnost û Perestroyka), çalakiyên sendîkayî yên li Polonyayê û pêvajoya reformê ya ku li welatên Bloka Rojhilat a berê dest pê kiribûn di sala 1989an da li Almanyaya Rojhilat û Macaristanê jî tesîra xwe nîşan dan.
Li Almanyaya Rojhilat milet ji bo azadiya xwe di şevên havîna sala 1989an da derketin kuçe û kolanan.
Di heman demê da jî li Prag, Varşova û Budapeşteyê jî gelek kesan ji bo bikaribin derbasî Almanyaya Rojava bibin serî li serkonsolosxaneyên Alman didan.
Ji ber van geşedanên hanê hikûmeta Almanyaya Rojhilat mecbûr ma ku ji bo gerê verastkirineke çêke. Li ser vê ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst (SED) a ku Almanyaya Rojhilat birêva dibir Berdevk Gunter Schabowskî şeva 9ê Sermawezê civîna çapemeniyê li dar xist û verastkirina gerê ya ku wê hikûetê bikira rewacê xwend.
Rojnamevanekî ji Schabowskî pirsî ku wê ev verastkirin çi çaxê bikeve rewacê û wî jî got: "Demildest niha" û piştî ev daxuyanî ji ser medyayê belav bû xelkê jî berê xwe dan herêmên dîwar lê heye û derketin ser dîwar û dest bi hilweşandinê kirin.
Hilweşandina Dîwarê Berlînê di 13ê Hezîrana sala 1990î da awayekî fermî dest pê kir û bi hilweşandina dîwarê şermê va heyama Şerê Sar qediya û herdu Almanya bûn yek.
Dîwarê Berlînê yê ku mîna nîşaneya Şerê Sar bû 28 sal li ser piya ma û di vê navberê da jî revên ji rojhilat va ber bi alî rojavayê Berlînê va dihatin kirin, didomiyan.
Heta sala 9ê Sermaweza sala 1989an ku hilweşandina dîwarê şermê dest pê kir 5 hezar û 75 kes ji Almanyaya Rojhilat reviyan Almanyaya Rojava.
Di dema revê da herî kêm 138 kesên ku divê ji 186 bircên çavdêriyê yên li ser dîwar hebûn xilas bibin û bikaribin derbasî Almanyaya Rojava bibin jî di wê demê da can dan.
Di nav kesên ku dixwestin ji dîwar derbas bibin lê mirazên wan di çavên wan da man ya ewil Îda Siekmann bû û yê duyemîn jî Gunter Liftin bû.
Di nav kesên ku dixwestin birevin Almanyaya Rojava da yê herî bi nav û deng jî Conrad Schumann bû lewra ew eskerê parastina sînorê Almanyaya Rojhilat bû û di 15ê Tebaxa sala 1961î da li herêma nobetê digirt xwe ji ser têlên bidirî da avêtibû û derbasî Almanyaya Rojava bûbû. Wêneya derbasbûna wî ya ku ew roj hat kişandin jî bû nîşaneya reva ji rojhilatê welêt a ber bi rojavayê welêt.
Yekbûna herdu Almanyayan jî her sal di 3ê Cotmehê da bi merasima fermî tê pîrozkirin.
Di rastiyê da dîwar di 9ê Sermawezê da hatiye hilweşandin lê ji ber ku di heman şeva sala 1938an da Naziyan girtibû ser Cihuyan xanî, mal, dikan û sînagogên wan şewitandin û bûyerên nexweş qewimîbûn. Ji bo wê şeva ku bûyerên nexweş qewimîn jî Şeva Qrîstalê hat gotin û ji ber vê jî hilweşandina dîwar di 9ê Sermawezê da nayê pîrozkirin.