Sererkaniyê der barê operesyonên li dijî rêxistina PKKye ya li Herêma Kurdistana Iraqê de daxuyand, cihê ku balafiran lê xist, ne gund e, qada terorîstên rêxistina terorê ya cudaxwaz e, di nav qada ku hatiye bombebarankirin de hat tesbîtkirin ku malên sivîlan tunene.
Di daxuyaniya ku Sererkaniyê da de hat gotin, li gor îdiaya hin saziyên çapemeniyê di operasyona Bakurê Iraqê da gundek hatiye bombebarankirin, sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Wezareta Karên Derva der heqê mijarê da daxuyanî da û wiha hat gotin:
"Personelê pispor piştî xebateke pir tîtîz û hûr û kûr û li gor daneyên dîtbarî hedefên aîdê mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz yên Bakurê Iraqê û nav welêt teyît kirin.
Îdiaya ku di çapemeniyê de cih girt, cardin hat nirxandin. Cihê ku balafiran lê xist, ne gund e, qada terorîstên rêxistina terorê ya cudaxwaz e. Di nav qada ku hatiye bombebarankirin de hat tesbîtkirin ku malên sivîlan tunene."