21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
WASHINGTON
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî li Washingtona paytextê Emrîkayê axivî û wiha got: "Rêveberiya Trump kirinên me dibîne û pîroz dike. Wê ji bo me piştgiriya xwe bidomînin. Ji bo ku em wezîfeya xwe (têkoşîna terorê) temam bikin soza piştgiriyeke zêdetir dan me."
Îbadî li Enstîtuya Aştiyê ya Emrîkayê axivî û li ser hevdîtina xwe û Serokê Emrîkayê Donald Trump û têkoşîna ku bi DEAŞa rêxistina terorî ra didin daxuyanî da .
Îbadî diyar kir, wî rêveberiya nû ya Emrîkayê di warê têkoşîna terorê da pir biryardar dît û got ku wî sînyala ku wê ji bo wan piştgiriyê zêde bikin, hilda.
Îbadî wiha axivî:
"Rêveberiya Trump kirinên me dibîne û pîroz dike. Wê ji bo me piştgiriya xwe bidomînin. Ji bo ku em wezîfeya xwe (têkoşîna terorê) temam bikin soza piştgiriyeke zêdetir dan me"
Îbadî diyar kir, stratejiya Amerîkayê ya têkoşîna terorê ne tenê planeke leşkerî ye û wiha dewam kir: "Li gor min raya giştî ya Amerîkayê naxwaze ku gelek leşkeran bişîne derva. Ji bo li dijî DEAŞê planeke têkoşînê heye lê hê min nedît û lazime ev plan jî planeke herêmî be."
- "Tiştên Sûriyeyê çêbûn bandor li me kir"
Îbadî got ku tehdîda DEAŞê li ser Iraqê gelek bandor kir û wiha axivî:
"Tehdîda DEAŞê rasterast bandor li me kir. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin jî bandor li me kir. Me piraniya Mûsilê ji DEAŞê rizgar kir. Di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de îttifaqeke gelek baş heye. Ev di dîroka Iraqê de cara ewil e, gelê Iraqê bi arteşa xwe serkeftî ye."