Fatih Gazioğlu
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li Cezayîrê piştî îstifaya Ebdulezîz Buteflîka Serokê Konseya Gel Ebdulqadir bîn Salih bû serokomarê berwext.
Li Cezayîra paytext endamên Konseya Gel û Meclisa Gel ya Neteweyî ji bo ji hilbijartina serokomarê berwext yê nû civiyan.
Ji her du şaxan 644 parlamenenter beşdarî civînê bûn. Di hilbijartinê da Serokê Konseya Gel Ebdulqadir bîn Salih bi piştgiriya 453 parlamenteran bû serokomarê Cezayîrê yê berwext.
Ebdilezîz Bûteflîqayê Serokomar ev demeke dirêj e dibû hedefa protestoyan û hefteya borî îstifa kiribû.