Seromar Recep Tayyîp Erdogan dê li Qesra Serokomariyê sibê bi akademîsyenên di qada hiqûq, zanistên siyasî, birêvebirina kamuyê, civaknasî û raqihandinê de pispor in re, bê bal hev.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan, dê civîn li Qesra Serokomariyê di saet 13.00an de, dest pê bike.
Ji bilî akademisyen û saziyên fikr û ramanê dê wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Bûrhan Kûzû û Parlementerê AK Partiyê yê Enqerê Ahmet Îyîmaya jî dê beşdarî civînê bibin.
Tê gotin ku mijara sereke ya civînê dê pergala serokatiyê be. Kordînatorê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) Burhanettîn Dûran, Dîrektorê Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê (TEPAV) Guven Sak, Serokê Enstîtuya Hizra Stratejîk (SDE) Bîrol Akgun û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Weqfa Etutên Aborî û Civakî yê Tikiyeyê (TESEV) Nafîz Can Paker dê wekî nûnerên zasiyên fikr û ramanê beşdarî civînê bibin.
Di nav mêvanên Qesra Serokomariyê de navên wek Hiqûqnasê Zagona Bingehîn û Endamê YOKê Prof. Dr. Yavûz Atar, Hîndekarê Şaxa Hiqûqê ya Zagona Bingehîn yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsîn Fendoglu, Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Dîroka Hiqûqê yê fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Ekrem Bugra Ekîncî, Endama Hîndekariyê ya Beşa Rêvebirina Kamuyê ya Fakulteya Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Gonca Bayraktar Dûrgûn hene.