Önder Beyter
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
EFRÎN/ANKARA
Efrîniyên ku rêxistina terorê YPG/PKKyê tirs û xof kiribû dilê wan, kêfa azadî û jiyana "asayî" dikin.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji rêxistina terorê YPG/PKKyê safî kir, gelê herêmê bi ser xwe da hat.
Gelê Efrînê piştî ku herêma wan hat rizgarkirin, gelekî kêfxweş e û hewl didin ku vegerin ser jiyana xwe ya asayî.
Mihemed Hemze ku ligel malbata xwe li navenda navçeya Efrînê dijî, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "(Di bin dagiriya YPG/PKKyê da) Di hemû qadên jiyanê da rewşa me pir xirab bû. Li vir mafê tu sivîlî tunebû ku fikra xwe bîne ziman. Xelk ji sedî 100 mezlûm bû. Heger te bawerî bi îdeolojiya rêxistinê neaniya, wê demê xetere hebû û te nizanibû bê ka tu yê kengî werî girtin."
Hemze diyar kir ku rêxistina terorê azadiya gelê herêmê jê standibû û wiha dewam kir, "Kesên ku li dijî wan derdiketin, desteser dikirin. Mirov 3 an jî 4 meh di destê wan da dîl diman. Gelek bûyerên bi vî rengî hebûn."
Der heqê wê yeka ku rêxistinê bi darê zorê çek dida destê zarokan da Hemze wiha axivî:
"Mijara bi darê zorê birina zarokan 1,5-2 sal bû hebû. Şansê wan kesên ku bi zorê çek didan destê wan, tunebû ku bêjin 'nexêr'. Yên ku nedixwestin tevlî wan bibin, an revîn Tirkiyeyê an jî revîn Libnanê."
Sivîlekî din ê ji Efrînê Elî Sido jî diyar kir ku ew pir xweşhal e ku navenda navçeyê ji terorîstan hat paqijkirin û wiha dewam kir, "Jiyana me êdî asayî bûye. Malbatên me cem me ne. Herkes baş e. Her tişt sipehî ye. Tirs nemaye."
Sido bangî xelkê herêmê kir û wiha got, "Êdî bira herkes vegere mala xwe, tiştekî ku mirov jê bitirse nemaye."
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad di 18ê adarê da Efrîn ji terorê safî kiribû.