22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Em hatine ber deriyê El Babê, ji rojavayê va jî me El Bab dorpêç kiriye. Ev têrê nake, em ê ji wir jî ber bi Minbicê va herin. Em ê çima herin Minbicê, ji ber mereqê nîne. Li Minbicê PYD û YPG heye. Bila wir biterikînin û herin rojhilatê. Me ev got. Gotin 'wê herin', me got 'bila herin.' Niha dibêjin piçekî vekişiyane. Em dixwazin wir ji PYD û YPGyê were valakirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di konferansa "Konsepta Ewlehiyê ya Nû a Tirkiyeyê" ya Akademiya Polêsan da ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê hat çêkirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di axavtina xwe da wiha got: "Em dewleta qebîleyê nînin, em dewleta kona jî nînin. Em ew kewneşopiya ku şaristanî avakiriye bi xwe ne. Em bi rûmet in, em şanaz in. Lê belê hin kesên ku haya wan ji vê kevneşopiya tuneye, eha ew ên ku rabûn hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê dan. Bedêla wê ya giran jî dan, hê ew ê bidin jî. Heke hê kesên ku haya wan jê tune hebin, li gor min bila werin ser hişê xwe û ji wê rêya xelet a pê ve diçin vegerin."
Erdogan diyar kir ku mebesta PKK, FETO û DEAŞê ew e ku me ji hev biqetînin û wiha xeberda: "Em pir baş dizanin mebesta sereke ya PKK, FETO, DEAŞ û rêxistinên terorê yên din, ew e ku me ji peşka mezin biqetînin û me ji hevdu dûr bixin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku em ê prîmê nedin vê yekê û wiha peyivî: "Em yek millet in, lê yên ku hewildana perçekirinê didin, mixabin ji bo ku me perçe bikin, çi ji destê wan hat kirin, navê vê jî nijadperestî ye. Em ê prîmê nedin vê yekê.
Erdogan wiha axivî: "Hikûmetên ku nikarin li welatê xwe serweriyê bicih bikin, bibin xwediyê axa xwe û nikarin rê li ber rêxistinên terorê bigrin ku ew dilê me neêşînin, nikarin rexneyê li Tirkiyeyê bigirin, mafê wan tune. Tirkiye ji bo parastina ewlehiya canê welatiyên xwe çi hewce be dike û wê bike."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Meseleya PKKê jî û ya DEAŞê jî, tehdîda pêvçûna mezhebî jî ji bo ku em di cî da asteng bikin, çi ji destê me were em ê bikin. Em hewl didin ku li Sûriyê herêmeke ewledar ku ji terorê safî bûye, çêbikin. Kes nikare xwe bide ber vê hewla me. Em çi dikin em ê bikin, em ê sînorê xwe yê Sûriyê li ber hemû rêxistinên terorê ewle bikin. Em ê ji bo mijara tehdîdên pevçûna mezhebî jî li Iraqê bi heman awayî bi piştgiriya leşkerî ya polîtîkayeke lebat bişopînin."