Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî der barê operasyonên ji hewayê yên Tirkiyeyê yên ser PKKya rêxistina terorê got ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku ji nû ve agirbestek bê pêkanîn amade ye ku her peywirê bigire ser milê xwe. Em amade ne ku ji bo pêvajoya aştiyê û berdewamiya agirbestê çi bikeve ser milê me bikin. Şîdet û çek tu carî pirsgirêkê çareser nake."
Barzanî daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Tirkiyeyê kozikên PKKyê yên li HKIyê bombebaran kirin û nirxandina "Ev bombebaran piştî daxuyaniya Serokê KCKyê yên wekî 'dawî li agirbest û pêvajoya aştiyê ya bi Tirkiyeyê re hat.' çêbû. Ev daxuyaniya KCKyê rola HDP û Ocalan a di vê mijarê de qels kir."
Barzanî destnîşan kir ku bandora vê yekê ya di raya giştî ya Tirkiyeyê de gelekî zêde ye û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyeyê bi tehdeyeke mezin re rû bi rû ma. Pişt re li Tirkiyeyê çend polês hatin kuştin. PKKyê berpirsyariya van çalakiyan girt ser milên xwe. Van geşedanan rewşê yek car aloztir kirin."
Barzanî qal kir ku bingeha pêvajoya aştiyê, di encama hewl û xîretên mezin ên di navbera Tirkiye û birêvebirên PKKyê de derket holê û cî da nêrîna "Ev pêvajo ji merhaleyên girîng derbas bû. Pêvajoya çareseriyê piştgiriyeke mezin da demokrasî, çanda bihevrejiyanê û aramiya gel."