RAKKA
Tê payîn ku li bakurê Sûriyeyê di navbera Azez û Cerablûsê de ji ber sedemên mirovahiyê herêma ewle bê avakirin, ev herêmê bandorê li tehdeya DAEŞ û tehdîda PYDyê ya ser gundên tirkmenan bê berterefkirin, bike.
Tirkmen li Sûriyeyê li erdnîgariyeke gelekî berbelav dijîn. Ji sêyan du parê nifûsa tirkmenan piraniya wan li Helebê li bakurê Reqqayê ne.
PYDyê meha borî Tel Ebyada ku digel ereban tirkmen jî wir in ji DAEŞê sitandibû û herêmên Cezîre û Kobanêyê yên ku piraniya kesên wir kurd in kiribû yek. Piştî vê yekê PYDyê bi tehdîda "herêmê biterikînin, heke ne dê balafirên koalîsyonê êrîşa ji hewayê bikin." kiribû û gundên tirkmenan mecbûrê koçkirinê kiribû.
Bi qasî 750 kesî ji gundê Al Iweyyîd Tirkiman Hammamê ku 20 kîlometro dikeve başûrê Tel Ebyadê malên xwe terikandibû û koçî Tirkiye û herêmên cuda yên Reqqayê kiribûn.
PYD niha li bakurê Reqqayê li cihên ku ji DAEŞê sitand tirkmenan mecbûrî koçkirinê dike.
Endamê Komîteya Belgekirina Herêmî û Parlementoyê yê Tel Ebyadê Ehmed el-Hac Salih daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên PYDyê 8 hezar û 200 tirkmenên li bajarokên "Hammam Tirkmen Şemellî" û "Hammam Tirkmen Cenubî" mecbûrî koçê kirin.
Salih got PYD bi taybetî destûrê nade ku tirkmen biçin gundên nêzî Tirkiyeyê û da zanîn ku tirkmen mecbûr kirin ku hin ji wan biçin navenda Reqqayê, hinek biçin gundên Elî Becliye, el-Doganiye û Xirbet el Rizê ku dikevin bakurê Reqqayê û di bin kontrola DAEşê de ne.
Gundên tirkmenan ên li bajaroka Sirrina di navbera navenda Reqqa û Kobanêyê de û aliyê rojava ya herêma Suluka ku dikeve navbera bajarokên Eyn Îssa û Tel Ebyada girêdayî Reqqayê di destê DAEşê de ne. Li bakurê Reqqayê herêmên ji bilî van di destê PYDyê de ne.
Çavkaniyên PYDyê diyar dikin ku dibe ku hedefa PYDya ku Tel Ebyad bi dest xist di pêşketina xwe ya li bakurê Sûriyeyê de Sirrina girêdayî bajarê Reqqayê be. Tê texmînkirin ku PYD piştî wê bikeve Cerablûsê û "kantonên" Kobanê û Efrînê bike yek.
Sirrin di navbera navenda Kobanê û Reqqayê de li rojhilatê Firedê cî digire. Hem aliyê Sirrinê hem jî aliyê Cerablûsê yek ji wan cihên ku tirkmenên sûriyeyê wir gelekî dijîn tên zanîn. Heke ev herêm jî bikevin destê PYDyê tirkmen ditirsin ku bi pêleke tehcîrê ya nû û mezin re rû bi rû bimînin.