AYDIN
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Kongreya Bajarê Aydinê ya Asayî ya 5emîn a AK Partiyê ku li Eywana Sporê ya Ataturk hat kirin de axivî.
Serokwezîr Davutoglu pesnê Serokwezîrê berê Ednan Menderesê ku hatibû darvekirin da û diyar kir ku "ew cangoriyê li dijî zilma yek partîtiyê derketiye" û jê re dia kir û têkoşîna ku di şerê rizgariyê de li Aydinê daye jî bi bîr xist.
Davutoglu ji ciwanan xwest ku bila bav û kalên xwe ji bîr nekin û binihêrin ku pêşîkêşên wan di dîrokê de çi kirine û wiha dewam kir: "Demeke kurt Mehmet Efeyê Demircî bifikirin, bi xelk û egîdên Aydinê re rûniştiye û li Komara Tirkiyeyê dinihêre. Heke Mehmet Efeyê Demircî, Elî Efeyê Yoruk li Tirkiyeya 2001ê binihêrtina wê bigotina 'weylo ew Tirkiyeya ku me ji bo wê can da ev e, ew dewlet ew e gelo me ji bo wê canê xwe da.' Lewra li wê Tirkiyeya 2002an tu qedr û qiymeta wî pereyê wê yê ku li serê 6 sifir hebûn nema. Vê dewleta hanê ji bo tanka xwe temîr bike mihtacê Îsraîlê bû. Heke serê xwe di wan kesên ku dewlet bi rê ve dibirin de derxistina ew ê bigotina 'Me ev welatê hanê ji bo ku bikeve vî halî rizgar nekir'. Lê hêke ew kes îro bên û binihêrin ew ê bibêjin ku welatê me dixwest ev bû. Ew Komara Tirkiyeyê ya ku li hemberî tu dewletî serê xwe nake ber xwe."
"Netewparêziya heqîqî"
Serokwezîr Davutoglu wan kesên ku tên û li Aydin, Ege û Nava Anadoluyê qala netewparêziyê dikin hişyar kir û got ku netewparêziya heqîqî ew e ku meriv alaya welatê xwe li çar aliyê dinyayê bide naskirin û wiha dewam kir: "Dema hikûmet kete destê me li seranserê dinyayê 163 nûnertiyên me hebûn û niha jî 228 nûnertiyên me hene. Di nav welatên ku li çar aliyê dinyayê nûnerên wan hene û baş tên nasandin de em di rêza 6an de cih digrin. Netewparêzî bi gotinê nabe, kirin jê re hewce dike."
Davutogu xwest ku bila xelkê Aydinê vê carê zêdetir li demokrasiyê xwedî derkeve û destnîşan kir ku ew miemeleya ku li Adnan Menderes hat kirin xwestin bînin serê Recep Tayyîp Erdogan jî û Erdogan jî bi saya vîna gel wek Serokomar hat hilbijartin.
"Hemû dek û dolabên wan derketin holê"
Davutoglu ji bo rûdanên ji ber kovara Charlîe Hebdoyê qewimîn jî got: "Dema ku em li Parîsê tevlî gelek serokan ji ber êrîşa terorê meşiyan, wek Tirkiyeyê me bi bîr xist ku em tu carê heqareta ku li dijî Hz. Pêxember tê kirin qebûl nakin. Li tu devera dinyayê em wê heqareta ku li dijî Pêxemberê me bê kirin napejirînin û li hemberê wê jî bê deng namînin."