SILÊMANÎ
Heyva Sor a Tirkan alîkariya însanî da nêzî 400 malbatên tirkmen ên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê warê xwe terikandin û xwe sipartin Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê.
Berpirsiyarê Heyva Sor a Tirkan yê Iraqê yê Şafak Lostar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "7 meh e em li Iraqê xebatên alîkariyê dimeşînin. Di çarçoveya xebatan da me koliyên ku cil û bergên zivistanê, betaniye û xalîçe tê da ne li 400 malbatên tirkmen belav kir."
Lostar destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirkan ji xeynî çavkaniyên xwe, alîkariyên saziyên civakî yên sivîl û xêrxwazan jî belav dike û wiha got: "Niha jî me alîkariyên saziyeke partner ku li Almanyayê ye, li penaberan belav kir. Ji xeynî pêwîstiyên elzem, me koliyên ku cil û bergên zivistanê, betaniye û xalîçe tê da ne li 400 malbatên tirkmen belav kir. Alîkariyên saziyê ku tê ra 5 hezar malbatî heye, em ê di çarçoveya bernameya xwe da belav bikin."
Parlementerê Eniya Tirkmenan a Iraqê Aydin Merûf destnîşan kir ku alîkariya belavkirinê dikin û wiha dewam kir: "Heyva Sor a Tirkan û saziyên partner alîkariya tirkmenan dikin û ev jî me kêfxweş dike. Li Silêmaniyê nêzî 400 malbatên penaber ên tirkmen hene. Em bi pergal alîkariyan belav dikin û diçin serdana wan."