İbrahim Atmaca
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 24 Nîsan 2017
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo hin têkiliyan çû Antalyayê û li navçeya Alanyayê di restorantekê da bi Komeleya Ûris a Navneteweyî, rêvebirên medyayê û rojnamegerên ûris ên ku ji 24 welatan hatin ra civiya.
Çavuşoglu destê her kesî yek û yek toqe kir û diyar kir, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê di qonaxeke girîng da ne û ew di qonaxeke wiha girîng da hatin bal hev.
Çavuşoglu destnîşan kir, ew kêfxweş e ku piştî referandûmeke girîng bi nûnerên medyayê ra dicive û wiha dewam kir: "Îro Cejna me ya Serdestiya Millî û Zarokan e. 97emîn salvegera avabûna Meclisê ye. Ev li cem me li zarokan hat xelatkirin. Çend roj in zarokên ku ji Ewropa û welatên din hatine, ji bo pîrozkirina vê cejnê li Tirkiyeyê ne. Min jî Wezareta me ya Karên Derva ji zarokeke me ra hişt û ez hatim. Rojeke girîng a din jî Qendîla Mîracê ye. Di rojeke olî û millî ya me ya girîng da em bi we ra ne."
Çavuşoglu diyar kir, li Sûriye û herêmê geşedanên girîng hene û got ku beriya bûyera nexweş a ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da qewimî, wan ji bo derbasbûna bêpasaport xebat kirin.
Çavuşoglu daxuyand ku di gelek beşan da xebatên girîng hene û wiha dewam kir: "Em li Tirkiyeyê mayîna bê vîze a ûrisan ji 60 rojî derdixin 90 rojî. Em ê mafê welatîbûnê bidin hin ciwanên ku emrê wan bûye 18 salan jî, em ê li Antalyayê, li Alanyayê mafê welatîbûnê bidin pênc, şeş ciwanan."