Türkan Tosun
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
GAZÎANTEP
Muzeya Lîstik û Pêlîstokan ya ku 4 sal berê ji hêla Şaredariya Mezin a Gazîentabê va li taxa Beyê hatiye vekirin bala turîstên herêmî û biyanî dikişîne.
Di muzeyê de şikeftek heye ku bi nûkirinê ve bûye perçeyekî muzeyê. Di şikeftê de Tirkiye di serî de Emrîka, Ingîltere, Almanya, Fransa û Misirê bi tevahî ji 24 welatan cil û bergên herêmî, maketên avasaziyê hene.
Her meh bi qasî 10 hezar turîst tên muzeyê ziyaret dikin.
Berpirsyara muzeyê Aslihan Ozaslan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku muze di bin banê Şaredariya Mezin a Gazîentabê de 4 sal e vekirî ye.
Ozaslan got şikefta ku di muzeyê de ye berê wek depoya hewaya sar û stargeh hatiye bikaranîn û wiha axivî: "Ev der berê ji bo ku erzaq tê de veşêrin wek depoya hewaya sar, dema şer de jî wek stargeh hatiye xebitandin. Beriya muzeyê nedihate xebitandin, piştî ku muze vebû me ev der wek galerî çêkir."